Termê “Esi`d Sîdanîferd” sêyemîn Kolberê windabûyî yê di nav befir û bageyê de li nav axa “Bakûrê Kurdistan”ê de hat peydakirin

18:19 - 20 Hezîran 2022

Roja Duşemî 30`ê Cozerdanê termê “Esi`ed Sîdanîferd” sêyemîn Kolberê windabûyî yê xelkê gundê “Bawa” yê girêdayî devera “Mirgewer” ya ser bi bajarê “Urmiyê” piştî derbasbûna 158 rojan li bilindahiya gundê “Gelêşim”a li “Bakûrê Kurdistan”ê hat peydakirin.

Sipêdeha roja Şemî 7`ê Cozerdanê, termê “Behlûl Sîdanîferd” duyemîn Kolberê windabûyî, yê xelkê gundê “Bawa”yê piştî derbasbûna 135 rojan, ji aliyê xelkê gundê “Gelêşim”ê ve li bilindahiyên wî gundê hatibû peydakirin.

Herwisa roja Şemî 17`ê Banemerê termê “Barzan Mehînî” kurê “Şewket” yek ji sê Kolberên din yên winda bûyî yê xelkê gundê “Bawa” piştî derbasbûna 114 rojan li gundê “Gelêşim”ê hatibû peydakirin

Ew 3`ê Kolberên Kurd roja 23`ê Befranbara sala 1400`an a Rojî, li bilindahiyên sînorên destkird yê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê, di nav befir û bageyê de winda bibûn.