Termê du xwenîşander yên bajarê kirmanşanê bi axê hatine spartin

18:20 - 23 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Termê du welatiyên nerazî ku di nav xwenîşandanan de hatibûne kuştin, radestî malbatên wan kirin û di bajarê kirmanşanê de, bi axê hatine spartin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li rojên Sêşemî û Çarşamî, 28 û 29 Xezelwerê, termê du welatiyên nerazî yên bi navên “Ebdulriza Şîrzadî û Secad Baqirî”, li gundên “Daweran Celalvend” a ser bi bajarê Kirmanşanê bi axê hatine spartin.

Di xwenîşandanên bajarê Kirmanşanê de, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe li welatiyên nerazî kirin û li encama wê gullereşandinê de, dehan welatiyên nerazî hatine guştin û birîndarkirin.

Heta niha tenê nasnama çend kesek welatiyên nerazî yên bi navên “Muzefer Zehîrî kurê Nisûr, Mihemed Mîrzayî, Nadir Bîjwend û Mistefa Ferzamî” hatine eşkere kirin.