Termê du welatiyên Şinoyî piştî çend roj geriyan hate peydakirin

17:27 - 2 Gulan 2020

Roja Înê 12`ê Banemerê, termê du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Faxir Tazê Warid” û “Reşîd Pîrotî” ku bi sedema bombebarana balafirên şerker yên Turkiyê ve li bilindahiya çiyayê “Xwakurk”ê a ser bi herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest dabûn, piştî çend roj geriyan termên wan hate peydakirin.

Roja Sêşemî 9`ê Banemerê, ew du welatiyên Kurd bo komkirina giyayê biharî rû li bilindahiyên çiyayê “Xwakurk”ê kiribû û bi sedema bombebarana balafirên şerker yên Turkiyê canê xwe ji dest dabû.

Bilindahiyên çiyayê Xwakurkê cihê mana hêzên Partiya Kirêkarên Kurdistanê (P.K.K) ye, û balafirên şerker yên Artêşa Turkiyê bi awayekî berdewam bilindahiya wê Çiyayê bombebaran dikin.

Piştî şikesthatina civîna di navbera dewleta Tirkiyê û Partiya Kirêkarên Kurdistanê (P.K.K), Şer û pevçûn di navbera hêzên Artîşa Turkiyê û (P.K.K)ê di Xwakurkê de rûy daye û her berdewam e.