Teqîna teqemeniyên şer li bajarê “Gîlanêxerib” du kuştî û birîndar lipey xwe anî

18:49 - 15 Îlon 2022

Roja Pêncşemî 24ê Xermananê, ciwanek temen 32 salî yê bi navê “Reza Aqayî” xelkê gundê “Girawyanî” yê girêdayî bajarê “Gîlanêxerib”ê bi sedema teqîna teqemeniyên şer yên bicih mayî yê Îran û Îraqê canê xwe ji dest da.

Herwisa dayîka welatiyê qurbanî ya bi navê “Şeker Ehmedî” ku jinek temen 65 salî ye bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka çavkaniyek agehdar, rewşa giştî a dayîka “Reza Aqayî” nebaşe û bo tedawiyên pizîşkî bo navendek dermanî ya parêzgeha “Kirmaşan”ê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî 6ê Xermananê, welatiyek din yê bi navê “Xusrew Candarû” temen 70 salî bi sedema teqîna teqemeniyên bicih mayî yên serdema şerê Îran û Îraqê, li nêzî gundê “Qasimava”yê girêdayî bajarê “Gîlanêxerib” canê xwe ji dest da.