Teqîna Teqemeniyan li Îlamê 4 kes kirin qurbanî

13:01 - 26 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Seva teqîna myinê li bajarê Eywana Rojava,2 wilatiyên Kurd canê xwe ji dest dan.

Berpirsyarek leşkerî yê parêzgeha Îlamê bi Ajansa nûçegihaniya “Faris” ragehand,2 wilatiyên Kurd seva destkarî kirina teqemeniyên bi cih mayî li Şerê 8 salan ê Îran û Îraqê canê xwe ji dest dan.
Heta dema bilav kirina nûçeyê, nasnameya wan 2 wilatiyên Kurd yê xelkê Eywanê nehatiye zanîn.

Di teqînê de 2 kesên din jî bi xurtî hatine birîndar kirin ku jibo dermanxaneyên bajarê Îlamê hatine şandin.

Heyamek beriya niha 6 enamên malbatek Kurd a xelkê yek ji gundên bajarê Melikşaya Îlamê seva teqîna Narincokek destî 5 kesan cane xwe ji dest dan û kesek jî bi xurtî birîndar bû.

Parêzgeha Îlamê nêzîk bi 420 kilomêtir sînor li gel Îraqê heye û heya niha 700 hezar hekitar ji erd û zewiyên vê parêzgehê mînrêj kirîne.