Teqîna mînê du kes ji hêzên artêşê kire qurbanî

19:22 - 26 Nîsan 2020

Bi sedema teqîna yek ji mînên bicihmayî yên şerê Îran û Îraqê di devera Mêhran a ser bi bajarê Îlam de, efser û leşkeriyek birîndar bûn.

Fermandeyê bajarê Dêhluran di wî derheqê de ragihand: “Ew bûyere di devera Feke ya ser bi bajarê Mêhranê, qewmî ye û du kes ji hêzên artêşa hikûmeta Îranê birîndar bûne.

Pêka gotina “Mecîd Eskerî”: “Di wê bûyerê de du kes birîndar bûne û yekê herdu lingê xwe ji dest daye û yê din jî dest û guhê wî birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Xuzistanê hatine veguhastin.

Pêka gotina wî berpirsê leşkerî, wan du pêrsonêlên hêzên artêşa hikûmeta Îranê, di dema serdan û gerîn li devera Feke de, rastê wê bûyerê hatine.

Bajarê Mêhran ketiye 228 KM başûrê bajarê Îlamê.