Teqîna mînê canê nûgihanekî 14 salî lê stand

17:14 - 23 Şibat 2020

Roja Şemî, 3`ê Reşemehê, bi sedema teqîna mîneke xirnekirî yê şerê Îran û Îraqê di devera Qesraşîrînê de, canê nûgihanekî 14 salî lê stand.

“Murad Elî Tatarî”, fermandarê bajarê Qesraşîrînê ji derheq teqîna wê mînê de li xala sînorî a Xosrewî ragihand: “Di wê bûyerê de şiwanek bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest daye”.

Heya niha nasnameya wî nûgihanê nehatiye ragihandin.

Li gor amarên hikûmeta Îranê, parêzgeha Kirmaşanê duhemîn parêzgeh e ku tûşbûyî bi mînên Îranî ye; 700 hezar hiktar li axa wê parêzgehê rastî mîn û emrazên teqînê yên bi cihmayî yên şerê 8 sale yên Îran û Îraqê ye.