Teqîna “Mîn”ê 2 hemwelatî birîndar kirin

20:33 - 14 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Serbarê derbazbûna 27 salan biser şerê di navbera Îran û Îraqê de, car na caran hemwelatên Kurd dibine qurbaniyê wan “Mîn” û alavên leşkirî ên ku ji wî şerî bicih mane.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, bi sedema teqîna “Mîn”ê li gundê sînorî ya “Zawer” a ser bi bajarê Pawê, jineke kêmendam ya şerê Îran û Îraqê bi tundî birîndar ket.

Ev bûyer roja Îna derbazbûyî di nava zewî û zarên cotkarekî de qewimiye.

Hatiye ragehandin ku her du piyên “Miryem Emîniyan” ku qurbaniyê vê teqînê ye, bi tundî hatîne şewitîn û bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawê hatiye şandin û niha di bin çavedêriyên pizişkî de ye.

Her di vê derheqê de, xortekî temen 22 salî yê xelkê gundê “Serdoş” a ser bi bajarê Merîwanê jî, bi sedema teqîna “Mîn”ê ji aliyê çav û destan ve bi tundî birîndar ketiye.

Hatiye ragehandin ku “Karzan Mihemmedî” yê qurbaniyê vê teqînê jî, êvariya roja Şemî bona çareseriyên pizişkî bo nexweşxaneya “Bo Elî” ya bajarê Merîwanê hatiye şandin û piştre bo Tehranê hatiye veguhaztin.

Çavkaniyekî haydar ji bûyerê eşkere kiriye ku egera korbûna Karzan di holê de ye.

Nawenda Nûçegihaniya “ÎRNA” ya ser bi rejîma Îslamî ya Îranê, sedema teqîna wan mînan, destêwerdan û lêxebitîna ji wan daye zanîn.

Belavkirina nûçeyên peywendîdar bi teqîna “Mîn” û alavên şer ên ku ji şerê di navbera Îran û Îraqê de li Kurdistanê bicih mane, di demekî de ye ku, di kombûna 28’mîn civîna Şêvra Mafê Mirovan li Jinêvê, rejîma Îranê pêşniyara rakirina wan “Mîn”an ji aliyê welatê Bosnî û Hêrzêgowînê ve qebûl kiriye, lê piştî derbazbûna salekî biser vê qebûlkirinê de, tu guherînek û bêtirbûnek ji rewşa herêmên ku “Mîn” lê hatine çandin, nahê xûyakirin.