Teqîna mîn welatiyik ji Pîranşar kire qurbanî

16:14 - 11 Gulan 2014
Ajansa kurdpa: welatiyik ji dewera Pîranşar, li dema kom kirina pincarên biharê, kete ser mîn û li sedem de pêyik xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Şemî, 20ê Banemer( 10 May 2014), welatiyik bi navê Mohemmed Seadet niya, 26 salî, ji xelkê gundê Dilawan, li Pîranşar, ketiye ser mîna hatî danîn li dema şerêÎran-Êraqê de.

Ev welatî bi amanca kom kirina pincarên çiya, serdana çiyayê Kanî Xuda û dola Elane ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê kiriye û li sedem teqîna mîn de, pê xwe yê rastê ji dest daye.

Mohemmed Seadet niya ku bi malbata Mûsa Herûtî tê nasîn, xwedî jin û zaroke û niha li nexweşxana şarê Hewlêr li Herêma Kurdistanê deye.