Teqîna mîn li Îlam, welatiyik Kurd kire qurbanî

12:04 - 5 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê şarê Îlam li sedem teqîna mîna bi cî mayî ya şerê 8 saleya nawbera Îran-Êraq de pêyik xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Husên Dawerî, 55 salî, ji xelkê şarê Îlam, roja Înî ya borî li yekik ji meydanên mînên serdema şerê Îran-Êraqê de li sedem teqîna mîn, bu qurbanî.

Ew qewimiya li meydann mînên dewera Qelawêzana ser bi parêzgeha Îlamê de hatiye pêş, ew jî li rewşik deye ku bi gotina xebatkarên mîn rakir, berpirsên hukûmî tinê li rewşa propaganda de basa paqij kirina meydanên mînan dikin, lê li praktîk de bixemsariyik zêde kar dikin.

Ji aliyik din de, li 10ê Befranbara îsal de 2 welatiyên ehwazî li sedem teqîna mîn canê xwe ji dest dabûnû her wisa li 12ê Befranbar de teqîna mîn li parêzgeha Xurasana başûr de can ji dest dana lêkolerik yê jîngeha kûviyan bi navê Areş Mewêddî lêket.

Her wisa li rojên borî de berpirsê fermandariya Qesr ê Şîrîn ragihandibû, li despêka sala 1390a rojî heya kutayiya sala 1391, li incama 84 mîn teqînê de li dewerên curbicurên vî şarî de, 10 weltiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 67 kes jî birîndar bûne.