Teqîna mîn Kolberik Kurd kire qurbanî

12:41 - 17 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberik ji xelkê şarê Selasa Bavecanî li sedem teqîna mîn pêyik xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, saet 10ê şeva Yekşem, 24ê Sermawez, Kolberik bi navê Ferîd Qadirî, 28 salî, kurê Elî, li ser sînorê “ Şêx Sêle”a dewera Selasa Bavecanî, ketiye ser mîn û li sedem teqîna mînê de pêyik xwe ji dest daye.

Ferîd Qadirî bi amanca çareseriya duxtoran raguhastiyê yekik ji nexweşxanên şarê Kirmanşanê kirine.

Kirîza aborî li parêzgehên Kurdistana Îranê bi taybet dewerên serhedî de xwe şanî dide ji bêparî ji senterên kar û fêrkarî de û welatiyên Kurd neçar kiriye ku rû bi karê pir ji metirsî û taqet şikên û mandî kerê Kolberî bikin.

Bi gotina xebatkarên mafê mirov, heya niha hews kirin, bêrêzî kirin,mîn danîn ser rêkên çon-hatin, danîna dîwarên beton û têlên rêsayî û heya birîndar kirn û kuştinê nekariyê pêşgirî ji karê Kolberiya Kolberên Kurdên ser sînoran bike.

Paşî 27 sal ji kuta bûna şerê Îran-Êraq de heya niha dujminik veşartî bi navê mîn hereşe bi canê welatiyan bi taybet welatiyên li parêzgehên Azerbaycana rojava, Îlam, Kirmanşan û Kurdistan dike.

Gorekî statîstîkên UNISEF , 6,000,000 Hiktar ji xaka Îran bi mînên danî ye û gorekî zanînên vê dûmahiyê, gelemper 16,000,000 mîn li gişt xaka Îranê de hene.

Zewî, erd û xalka şarên serhediyê Kurdistana Îran mîna: Mêhran, Dêhloran, Qesrê Şîrîn, Neft Şar, Sûmar, Civanro, Gîlan Xerb, Pawe, Merîwan, Bane, Serdeşt, Pîranşar, Şino û beşik ji Ormî, bi panatiya 4,200,000 Hiktar ciyên mînên danî hene.