Teqîna mayînekî li Merîwanê 2 qurbanî bi xwe girtin

15:43 - 31 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li qereqol (paygah) eke kevin a Merîwana rojhilatê Kurdistanê, teqîna mayînekî birîndar bûna 2 welatiyên Kurd ên wî bajarî bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî (29/1/2015’an), li qereqoleke kevin a ser bi Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamitya Îeranê, li gundê Baxan ê ser bi navçeya Serşêwe a Meriwanê, du welatiyên Kurd bi tundî hatin birîndar kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Merîwanê, nasnameya wan du Kurdane, Îqbal Şerîfî (40) û Îbrahîm Tam temen (25) salî ragihand.

Jêderekî agah bi peymnêrê Kurdpa re got: Ew du hemwelatî mijûlî komkirina “maziyan“ dibin ku nişkave bi teqîna mayînê re rûbirû dimînin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê bi hinceta hebûna hêzên opozosiyonên Kurd ên dijberî wê hikûmetê li rojhilatê kurdistanê, derdorên qereqol û leşkergehan li mayînan paqij nakin. Heya niha bi caran bûyerên teqîna mînnan li deverên Kurdistanê, qûrbanî bi xwe girtine ku bûyera diltezîn a “Neşkaş û kêmendambûna 7 zarokan” mînaka here eşkere û berçav ya wan teqînan tê hejmartin.

Bi piştgiriya Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji sala 2013’an heya niha (beriya niha bi 23 mehan), ser yek 89 kes li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine (Kurdistan) û Urmiye (Azerbaycana Rojava), bi sedema teqîna mayînan, bûne qurbanî ku di nava wan qurbaniyan de, 12 zarok ên jêr temen15 salî kêmendam bûne.