Teqîna Mayinê welatiyek Nexedeyî kire qurbanî

14:32 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Nexedeyî seva teqîna mayinê li Pasgehek leşkerî de piyeke xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 3’ê Tîrmehê Welatiyek Nexedeyî binavê “Faxir”seva teqîna mayinê li nawçeya “Bagêr”li nêzîk bajarê Pîranşehrê piyeke xwe ji dest da û jibo çareseriya birînên vî jibo yek ji nexweşxaneyên herêma Kurdistanê hate şandin.

Tê gotin ku Faxir Şofirê tirombêlê bûye û li dema wegera xwe li herêma Kurdistanê li nêzîk xala Sînorî ya Hacî Omeran tirombêla xwe bicih hêştiye û xwestiye li rêya çiya de tevî çend hevalên xwe vegere bajarê Pîranşehrê ku li encam de çûye ser mayinê.

li gor amara tomar kirî li navenda amara Ajansa Kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 17 welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê bûne qurbaniyê mayinan ku ji wan 5 kesan cane xwe ji dest dane.

Amara han bi pişt girêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin ku dibe amara rastîn li vê hindê zêdetir be.