Teqîna Mayinê Serbazek Kurd kire qurbanî

15:26 - 20 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Leşkerek Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê li herêma Banê de seva teqîna mayinê bi xurtî birîndar bû.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, berwar 16’ê Şibata 2013’an wilatiyek Kurd ê bi navê “Kosar Erjengî”xelkê gundê “Nê”a bajarê Merîwanê ku li herêma Banê birîndar bû,seva mayinê Pî û Çawênn wî birîndar bûn.

Kesek haydar ji boyerê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand: Serbazê Kurd seva xurtbûna birînan jibo yek ji nexweşxaneyên bajarê Seqizê û paşan jî jibo bajarê Sinê hatiye şandin.

Li gor amara tomar kiri li nawanda amara kurdpaê,li destpêka îsal heya niha 35 wilatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê seva teqîna mayinan û alavên teqemanî yên bicih mayî li kevne Pasga(Qereqol)ên hikûmeta Îslamiya Îranê,hatin kuştin û birîndar kirin ku ji wan 16 kes bi xurtî birîndar bûne û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Li hemû Îranê sercem 16 milyon mayîn hene û li çar parêzgehên Kurdistana Îranê ,Urmiye, Kurdistan,Îlam,Kirmanşanê seva rewşa taybetî û sinorî bûna wan herêman,zortirîn mayinên çandî li wan herêmane dene û zortirîn qurbaniyên mayinan xelkê wan herêmane ne.

Karbidestên Îranê bi berdewamî bas ji hilgirtin û paqij kirina mayinan li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê dikin,lê bi berdewamî em şahidê boyerên dilêşin.

Heftiya bihurî di rê û resmekê li bajarê Kirmaşanê ,bi amade bûna “Ehemd Wehîdî” wezîrê berewaniya Îranê bi navê”Paqij kirina meydanên mayinan”birêveçû.