Teqeyên hêzên Spaha Pasdaran canê endamekî PDKÎ stand

12:59 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê bajarê Dêwulanê, bi sedema teqeyên hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe ji dest da.

Malpera fermî a “PDKΔ di nûçeyekê de ragihand, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, endamekî Partiya Demokrat yê bi navê “Nadir Kerîmî “ kurê “Murad Elî” ê xelkê gundê “Sîs” a ser bi bajarê Dêwulanê, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran, li ser sînorê bajarê Pîranşarê, canê xwe ji dest da.

Pêka vê çavkaniyê, ev endamê 24 salî yê Partiya Demokrat, di dema hatina wî bo herêma Kurdistanê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê rastê boseya Spaha Pasdaran tê.

Termê wî ciwanê radestê malbata wî kirine û li cihê jidayîkbûna wî bi axê spartin.