Teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Makoyê sê kolber bûne qurbanî

11:43 - 9 Nîsan 2020

Roja Duşemî 18`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Burhan Cinîkanlû” ê temen 28 salî, xelkê bajarê Bazirganê ya ser bi Makoyê, li bilindahiya sînorê wî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da û du kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê û bi şika hilgirtina tiştên qaçax teqe ji wan kolberan kirine.

Kolberên birîndar bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî di Makoyê de hatine veguhastin.

Burhan Cinîkanlû, xêzandar û bavê du zarokan bû.