Temenê xwekujiyê ya welatiyan di Kurdistanê de hatiye xwarê

17:47 - 10 Îlon 2020

Roja Şemî 15`ê Xermananê, nûciwanekî temen 15 salî yê bi navê “Murtiza” xelkê gundê “Gildre” a girêdayê bajarê Hilîlanî ya ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema pirsgrikên derûnî dawî bi jiyana xwe anî.  

Ji aliyekî din ve û her di vê rêketê de, jineke ciwan ya bi navê “Seyran Dorcdor” keça “Mesûd” xelkê gundê “Dirbike” a ser bi bajarê Pîranşehrê, bi sedema pirsgrikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew jina ciwan çend meh bû ku jiyana hewbeş pêk anîbû û bi sedema pirsgrikên malbatî, dawî bi jiyana xwe aniye.

Saziya pizîşkî ya yasayî ya Îranê, rêjeya xwekujî ya nûciwana û ciwana 7 li sed ragihandiye.