Têkoşerên mafên mirovan bo dirêjkirina berpirsayetiya Ehmed Şehîd têdikoşin

19:43 - 28 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên parastina mafên mirovan li Îranê, daxwaza dirêjkirina berpirsayetiya raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di karûbarên mafên mirovan li Îranê kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 28’emîn civîna Konseya mafên mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê, ji 2ê sibatê dest pêkiriye û dê heya 7’ê adarê bidome.

Di vê civînê de biryarnameyek dê bê derxistin ku armanca vê dirêjkirina berpirsayetiya Ehmed Şehîd – Raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di kar û barên mafên mirovan li Îranê de ye.

Fedrasiyona Navneteweyî a Civakên mafên mirovan, Sendîkaya Parastina mafên mirovan, Saziya endamên Fedrasiyon û Civaka Navneteweyî a Behayî ragihand: Ew biryarname divê dilêva alîkarî kirin ligel Îranê amade bike, her wiha karekî bike da Ehmed Şehîd bikanibe li Îranê re hevdîtina pêkbîne.

Hevdem ligel vê civînê, rûniştineke awarte derbareya parêzerên mafên mirovan, parêzerên dozgeriyê, rojnamevan û pirsa kêmîneyên etnîkî, mezhebî bi serpereştiya Ebdulkerîm Larîcanî û axaftian Şîrîn Êbadî- Birêvebrê Sendîkaya parastina mafên mirovan û Diyan Elayî – Nûnerê Civaka Navneteweyî a Behayî li NY de hat lidarxistin.

Li 28’ê adar “march” a 2014’an Konseya mafên Mirovan a NY di civîna Cenêv bi 21 dengên erênî , 9 dengên nertênî û 16 dengên bêalîgir biryarnameyek êmze kirin ku gorî vê berpirsayetiya Ehmed Şehîd di kar û barên mafên miroan li Îranê heya meha adar(march) a2015’an hat dirêj kirin.