Têkiliyên telefonî ên bi Saman Nesîm re piştî 144 rojan

16:43 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî derbasbûna 144 rojan bi ser çarenivîsa nediyar a Saman Nesîm girtiyê siyasî yê mehkûm bi darvekirinê re, wî bo cara yekîm bi rêya telefonê ligel malbata xwe axivî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdap, duh 11`ê tîrmehê Saman Nesîm zindaniyê siyasî yê Kurd, bi awayekî rasterast bi rêya telefonê ligel malbata xwe peyivî.

Wî di wê peywendiya telefonî de ji malbata xwe re gotiye ku niha ew li zindana Zencan a Îranê dimîne.

Pêştir guman û raportên cihê reng yên li ser daliqandin yan veguhestin bi cihên nediyar, ji aliyê parêzerên wî zindaniyê siyasî yên Kurd ve hatibûn redkirin.

Parêzerê wî zindaniyê siyasî yê Kurd belav kiriye ku Saman Nesîm beriya binçavkirinê kêmtir ji 18 sal bi temen bûye. Li halê hazir careke din hukmê wî bi Kunseya Bilind a welatê Îranê hatiye şandin, lê hîna nediyar e gelo yê careke din hukmê îdamê jêre bê pesend kirin yan ew dê benda daliqandinê bifilite?

Têkildarî vê mijarê Muxtar Nesîm tevî piştraskirina gotinên parêzerê birayê xwe ragihandiye:“Me raportên ku li ser saxbûna Saman hatine belav kirin, bawer kirine . Her wiha bi awayekî rasteras bi rêya telefonê em bi wî re ketin têkiliyê.”

Saman Nesîm xelkê Merîwana rojhilatê Kurdistanê ye. Ew beriya niha bi 4 salan di pevçûnekî ligel hêzên Sipaha Pasdaran li sînorê Serdeşta rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin û tometa endambûn li partiyeke opozisyona hikûmeta Îranê û hember Xwedê derketin(muharibe), bi wî hatibû dayîn. Piştre ew du mehan li odeyên takekesî yên navendên ewlekarî li Urmiyeyê eşkencetyên giran lê hatibûn kirin û di dawiyê de ew bi zindana bajarê Mahabadê hatibû veguhestin.