“Tehsîn Dadres” ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

18:03 - 16 Îlon 2020

Roja Sêşemî 25`ê Xermananê, “Tehsîn Dadres” hepsiyê siyasî yê Kurd, xelkê gundê “Serdoş” a ser bi bajarê Merîwanê, ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin.

Ew hepsiyê siyasî roja Pêncşemî 14`ê Xakelêweya îsal, ji girtîgeha bajarê Merîwanê bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Berê jî ew hepsiyê siyasî yê Kurd bi sedema qebûlnekirina alîkarî digel navendên hikûmetê, ji aliyê Cihgirê Berpirsê Îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê ve rastî givaşan hatibû.

Bo çendimîm cara Berpirsên Îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê digel hatina murexesî ya wî hepsiyê Kurd, dijayetî kiribû.

Ew hepsiyê siyasî sala 1397`an bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin û di vê heyamê de, ji mafê wergirtina murexesiyê bêpar bû.

Êvara roja Pêncşemî 9`ê Sermaweza sala 1396`an, “Tehsîn Dadres” bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştî heftiyek ji binçavkirina navbirî, ji îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê, bo îdareya îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye meha Gelawêja sala 1397`an, di dadgeha destpêkî de, bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta îranê”, bi 11 sal hepsa te`izîrî û piştre ew cezaye di dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bi 6 sal hepsa te`izîrî hatibû kêmkirin.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêragihîştina bi parêzere” hatibû bêparkirin.