Tehran: Welatiyekî xelkê Sinê bi derbên batomê canê xwe ji dest da

18:03 - 15 Çirriya paşîn 2022

Welatiyê Kurd yê bi navê “Hemîd Golî”, temen 46 salî û xelkê bajarê Sinê, di pêvajoya xwenîşandanan de li Tehranê  bi sebeba derbên batomê yên hêzên serkutker, di nexweşxaneya Tecirîş a Tehranê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev welatiyê Kurd di heyama rojên derbasbûyî de di pêvajoya xwenîşandanan de bi sebeba derbeyên berdewam yên batoman ku li serê wî xistbûn û serê wî şikestibû, bo nexweşxaneya Tecirîşê hatibû veguhastin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku, Hemîd Golî di destpê de hişyariya xwe ji dest dide û piştire bi sebeba kûrahiya birînan canê xwe ji dest dide.

Pêka belgeya Pîzişkê Yasayî ku bo Ajanasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê şandiye, Pîzişik Yasayî sebeba mirina Golî “xwînrêjiya mejî û şikestina serê wî” bi sebeba derban ragihandiye û rêkevta mirina wî jî 5`ê Xezelwera 1401`an ragihandiye.

Termê Hemîd Golî bo bajarê Sineyê hatiye veguhastin û di heyama şevê de bi bê amadebûna xelkê di goristana Biheşta Mihemedî de bi axê hat spartin.