Teha Kerîmî bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate azadkirin

18:41 - 30 Gulan 2021

Roja Şemî 8`ê Cozerdanê, çalakvanekî olî yê bi navê “Teha Kerîmî”, kurê Husên û xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê Olî, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heya dawiya dadgeha wî, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin “endambûn li girûpn olî” hatiye ragihandin. 

Roja Şemî 23`ê Reşema sala 1399an, Teha Kerîmî piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji girtîgeha îdareya Îtla`at  a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Dûşemî 27`ê Rêbendana sala 1399an, ew çalakvanê Olî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.