Tedawî kirina zindaniya siyasî ya Kurd nayê qebûlkirin

20:57 - 28 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Birêveberiya Îtilaat a Mehebada rojhilatê Kurdistanê, dermankirina zindaniya siyasî ya Kurd li derveyî zindanê napejirîn e.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurd, hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, tedawî kirina çalakvana siyasî ya Kurd bi navê Hawrê Xeza ku li zindana navendî ya Mehabadê dimîn e, qebûl nakin.

Hawrê xezalî ku beriya niha bi 9 mehan hatibû binçav kirin tûşî nexweşiyên giran û êşên nav sik bûye.

Gorî aportên çalakvanên Mafên Mirov li Îranê, hêzên ewlekarî û berpirsên zindanê bi emd eşkenceyan wê girtiya siyasî dikin û tedawî kirina wê bigirîng nabîn in.

Xezalî bi tometa alîkarî kirin li gel partiyeke opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê 18 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn. Niha ew nexweş e û ligel xwînrêjiya ji destava zirav rû bi rû bûye.

Pêşî girtina ji dermankirina wê girtiya siyasî ya Kurd di demekê de ye ku dezgehên qezayî li Yasûca Îranê jî rênadin Qedrî Qadirî merexesiya bo derveyî zindanê werbigre.

Çalakvanên Mafên Mirovan li Kurdistanê ragihandine ku wê jina 25 salî zêdeyî hefteyekî ye ku ketiye gireva birçîbûnê û hîna jî berdewam e.