Taxa Kuştargaha Urmiyê Xelkê deverê tûşî dilgiraniyê kiriye

21:05 - 19 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyên Taxa kurd akincî ya kuştargaha Urmiyê seva pîsbûn û nebûna xizmetguzariyan, li derheq tûşbûn bi nexweşiyên bêderman dilgiran kirine.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Taxa Kuştargah ku yek ji taxên Kurd akincî yê bajarê Urmiyê ye serbarî vê yekê ku li piraniya xizmetguzariyên hewce bêpare û averoya fazilaba vê gerekê derneçûye û ew yek bûye sedema vê hindê ku welatiyên deverê ji saxlemiya zarokên xwe dilgiran bin û egera tûbûn bi nesaxiyên bêderman hebe.

Li gor raporê, taxa han li hemû îmkan û derfetên lîstina zarokan bêpare û tenê zarokên vê deverê bi pîsayî û kûrê dilîzin û her seva vê yekê heya niha çendîn zarok tûşî nexweşiyên bêderman bûne.

Ji aliyek dinê hebûna ava pîs ya vî taxî li ser kolanan,yek ji pirsgirêkên herî mezin yê vê taxa Kurd akinciye û jiyan kirin li vê taxê gelek zehmete û akinciyê deverê piranî însanên belengaz û bêderfetin ku seva hejariyê bo vê herêmê hatine.

Piraniya kolanên herêmê nahtine qêr kirin û li hebûna hemû pêdiviyên hevce yên jiyanek baş bêparin.

Tevî vê yekê ku Urmiye wek bajarek Kurdistanî tê hesibandin lê seva siyasetên dewleta Îranê û zext û giwaşên li ser Kurdan, dewlet bi qestî jibo wan herêman çi xizmetgozariyekê nabe û gel ji hmû tiştî hatiye bêpar kirin.
\"13343.jpg\"

\"13344.jpg\"

\"13348.jpg\"

\"13347.jpg\"

\"13346.jpg\"

\"13342.jpg\"

\"13350.jpg\"

\"13345.jpg\"