Take Xwendevarê Gundê Çem Nûze ya Kirmaşanê, Li Zîndanê Hînê Xwendin Û Nivîsandinê Bûye

20:52 - 7 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûçegihaniya Mêhr di raporekê de derbarê rewşa jiyana gundê Çem Nûze ya Kirmaşanê nivîsandiye, gundê han tenê xwendevanek heye ku ew jî li girtîgehê hînê xwendin û nivîsandinê bûye û gişt akinciyên din yên gundê nexwendevan in.

Heybetula Sefereî yek ji akinciyên gundê Çem Nûze ser bi beşa Serfîrozabad ya Kırmaşanê dibêje: “Heta niha jî tu berpirsek hikûmetî serdana vê gundê nekiriye û piştî derbazbûna 34 salan hêj beşek zêde ji akinciyên vê gundê xwendî nasname û marename nînin.”

Navbirî herwiha got ku li gndê wan de tenê kesek şiyana xwendin û nivîsandinê heye ku bê şik ger ew jî neketiba girtîgê, wî jî bixwîne û binivîsîne.

Seferî herwiha zêde kir ku bi sedema nebûna îmkanatên pêwîst li zivistan û havînan de tûşî gellek arîşe û pirsgirikên weke herîbûna rêyan û tep û tozan dibin.

Akinciyên gundê heta niha jî bi elekterîk û ava û dibistin û nexweşxane û rêyên hatin û çûne ne û gundên Çem Nûze û Kanîmar û çend gundên din ên ser bi beşa Serfîrozabad ji dest nebûna îmkanatên pêwîst dinalin.

Hêjayî gotinê ye ku her yek ji berpirsên parêzgehên Kirmaşan û Îlam xwe ji hebûna berpirsyetiya van gundan diparêzin û berpirsayetiya wan gundan dixin stûyê hev du û dibêjin ku ew gundên han ne ser bi parêzgeha wan in.