“Tahir Sofî” ji girtîgeha Nexedeyê bi awayê mercdar hate azadkirin

12:05 - 13 Adar 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, girtiyê siyasiyê Kurd ê bi navê “Tahir Sofî” xelkê gundê “Gergûla xwarê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bi awayek mercdar ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Temenê wî girtiyê Kurd 39 sal e û meha Xermanana sala 1398`an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî ya bajarê Pîranşehrê, bi 4 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û meha Sermaweza heman salê bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Roja Pêncşemî 1`ê Sermaweza sala 1397`an, “Tahir Sofî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, li rêkevta 1`ê Befranbara heman salê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê hatibû azadkirin.