Sûriye Bi Tawana Cînayet Dijî Mirovahiyê Hat Mehkûmkirin

20:20 - 29 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Saziya Netewên Yekbûyî piştî belavbûna encamên lêkolîna Komîsyona ser bi Komîsariya Bilind ya Mafê Mirovan a ser bi vê saziyê, hikûmeta Sûriyê bi tawana cînayet dijî mirovahiyê mehkûm kir.


Komîsyona Mafê Mirovan di rapora xwe de ku li ser bingeha ew 200 şahidên ku bûne goiyên tundûtûjiya dewleta Sûriyê û komek dekomentên din, roja duşem, 28.11.2011-an belav kiriye, derheq darvekirina bi kom, îşkence û destrêjiya cinsî ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî ên Sûriyê, nîgeraniya xwe diyar kiriye.

Di vê raporê de îşare bi îşkence kirina birîndaran li nav nexweşxanên Sûriyê û destrêjiya cinsî bo ser zarokan ji aliyê hêzên ewlehî ên Sûriyê hatiye kirin. Saziya Netewên Yekbûyî jî daxwaz ji Sûriyê kiriye ku hindî zû dawî bi van tundûtûjiyan bîne û encamderên wan seza bide.

Ji aliyek din ve Yekitiya Ewrûpa pêdagir e li ser durpêçên zêdetir ên siyasî û aborî bo ser dewleta Sûriyê û bqirar e biryara han roja pêncşe 30.11.2011-an were cîbicîkirin.