Sûriye Bi Kuştina 7 Kesên Din Pabendbûna Xwe Bi Terha Komkara Erebî Binpê Kir

10:45 - 5 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Çavedêrên Mafê mirovan li Sûriyê eşkere kirin ku 7 kes ji xwenîşanderên bajarê Hums ji aliyê hêzên ewlekarî ên Sûriyê ve hatine kuştin û bi vî awayî vî welatê sozên xwe derbarê cîbicîkirina terha Ereb binpê kir.
Hevdem ligel pejirandina terha welatên Komkar yên Erebî bo dawîanîn bi şer û tundûtûjî li Sûriyê, hêzên ewlekarî ên vî welatî bi awayek rasterast 7 welatiylên sivîl ên bajarê Hums kuştin.

Di rojên derbazbûyî de jî hevdem ligel civîna Wezîrên welatên Erenbî ligel nûnerên dewleta Sûriyê li Qahira paytexta Misir, 15 welatiyên din ên sivîl li bajarê Hums ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatin kuştin.
Ji aliyek din ve Komîteyên Hevahengî yên Şoreşa Sûriyê bo rêvebirina meşek hêmin îro wek “roja îna aştîxwazane” bi nav kirin û çendîn bangname belav kirin.
Heriwha Erteşa Azadiya Sûriyê ragindiye ku dê rêz ji terha Komkarên Erebî bigire û dê agirbestê rabigehîne.
Aliyên opozîsoyon û civata Nîştimanî ya Sûriyê seba ewê ku di nav terha Komkara Erebî de bas ji guhertina desthilatê li Sûriyê nehatiye kirin, nerazîbûna xwe diyar kirin û ragihandin ku amade nînin ligel Sûriyê bikevin gotûbêjan.
Berê xwenîşander û neraziyên dewleta Sûriyê daxwaz ji Nato kiribûn ku hêza leşkerî dijî Sûriye bikar bîne û herêma dije firîn diyarî biket, Komkarê Erebî jî bo pêşîgirtin ji her destxistinek leşkerî û dawî anîn bi şer û xwînrijandinê, terhek pêşkeşî wî welatî kir.
Herçend ku Sûriye Terha Komkarê Erebî pejirian, lê bendên wê cîbicî nekir û pêve pabend nebû.

Ji destpêka xwenîşandanên nerazîbûnê dijî dewleta Beşar Esed heta niha nêzîkê 4 hezar kes ji welatiyên sivîl bi destê arteşa Sûriyê hatine kuştin û di nava kuştiyan de 187 zarok jî tên dîtin.