“Suheyib Yarehmedî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

17:46 - 4 Adar 2022

Di heyama rojên derbasbûyî de, welatiyek Kurd ê bi navê “Suheyib Yarehmedî” temen 23 salî kurê “Fereydûn” xelkê bajarê “Şirwêne” ya girêdayî bi beşa “Kilaş” a ser bi bajarê “Ciwanro”yê bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew welatiye ji yek li girtîgehên ewlehî yê bajarê “Ciwaro”yê bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirina wî bi awayekî demkî hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 6ê Rêbendanê, ew welatiye ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bêhenûba ti belgeyekî yasayî hatibû binçavkirin.

 “Suheyib Yarehmedî” di heyama binçavkirina xwe ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.