Suheyb Badrûc piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê bo girtîgehê hate veguhastin

16:14 - 13 Adar 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Suheyb Badrûc” xelkê bajarê Merîwanê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bo azadkirina demkî ya wî welatiyê Kurd, daxwaza barimteya giran kirine û malbata navbirî heya niha nekariye wê barimteyê cî bi cî bikin.  

Navbirî xwendkarê qonaxa karnasiya bilind a rişteya civaknasî ji zanîngeha Xarezmî ye, û ew roja Şemî 20`ê Befranbarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya niha ji tohmeta ku dijî wî welatiyê hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.