“Su`da Xedîrzade” di yekemîn dadgeha xwe de gefa kuştinê jê hat xwarin

11:16 - 28 Tebax 2022

Yekemîn civîna dadgeha pêragihîştin bi dosyeya girtiya siyasî ya li benda jinan “Su`da Xadîrzade”, hat lidarxistin û ew kesên ku li dijî wê sikala tomarkirine, gefa kuştinê jê xwarin

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Yekemîn civîna dadgeha pêragihîştin bi dosyeya “Su`da Xedîrzade”, roja Çarşemî 2`ê Xermananê, bi awayê “online” li taya 3 a dadgeha qezayî ya 1 a bajarê Mehabadê, bi amadebûna wê girtiya siyasî, parêzerê wê û ew kesên ku li dijî wê skala tomarkirine hat lidarxistin.

Wê çavkaniyê di derdewamiyê de da zanîn: Tohmeta ku li dijî “Su`da Xedîrzade” hatiye tomarkirin “beşdarîkirin di kuştina endamekî Spaha Pasdaran û endambûn digel yek ji partiyên Kurdî” de bûye, ku ew girtiya siyasî ew tohmetên han red kirine.

Herwisa wê çavkaniyê zêde jî kiriye: Berpirsê taya 3 a dadgeha qezayî ya 1 a bajarê Mehabadê yê bi navê “Cevad Benayî” û şivêrmendê wê “Emîr Ucaqlû” û “Xulam Kerîmxanî” bûn. Lê pêragihîştin bi dosyeya “Su`da Xedîrzade” li stûyê “Xulam Kerîmxanî” dibe.

Herwisa wê çavkaniya agehdar behs ji gefa kuştina “Su`da Xedîrzade” ji aliyê yek ji wan kesên ku li dijî wê skala tomar kiriye yê bi navê “Murad Pîrotîniya” kurê “Xizir Pîrotîniya”, endamê Spaha Pasdaran kiriye ku, roja Sêşemî 13`ê Rezbera sala 1400`an a Rojî, ji aliyê kesên nenaskirî ve hatibû kuştin, ew kes di civîna dadgehê de ragihandiye di hegera azadkirina “Su`da Xedîrzade” de, ew dê bixwe  Su`da Xedîrzade yê bikujin. Ew yek di demekê de ye ku nûçegihaniya “Mîzan” a girêdayî bi hêzên dadwerî, çend rojan berî niha behs ji şert û mercên azadkirina “Su`da Xadîrzade” kiribû. Li gorî zanyariyên Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, berpirsên dadgeha bajarê Mehabadê ragihandiye ku piştî lidar xistina yekemîn kombûna dadgehê, barimteya “Su`da Xadîrzade” tê pejirandin.  

Herwisa wê çavkaniyê daye xuya kirin: Parêzerê “Su`da Xadîrzade” piştî ku gefa kuştinê ji wê hatiye xwarin, ji malbata wê girtiya siyasî re ragihandiye ku li dirêjedan bi parêzgariyê paşges bûye.

Barimteya 3ê milyard Tumenî bo azadiya “Su`da Xedîrzade” heyamek berî niha ji aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin, lê di qunaxên cuda de digel azadkirina wê girtiya jin a siyasî dijayetî hatiye kirin, û her car bi hêcetên cuda barimteya wê quristir kirine heta ku gehişte 3ê milyard Tumenî.

Du roj berî niha “Kurdpa”yê di raporekê de bas ji dawî rewşa “Su`da” kiribû, ku ew neçar bi îtirafkirina bi zorê kiribûn ku nûçeya xwekujiya xwe red bike, nûçegihaniya “Mîzan” vîdeyoya îtirafên bi zorê ya wê girtiya jin belav kiribû.

Berê Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hûrgiliyên li derheq rewşa “Su`da Xedîrzade” de  piştî xwekujiyê belav kiribû.