Subhan Mewlûdî hîn jî binçavkiriye û qedera wî nexuya ye

17:04 - 21 Tebax 2022

Tevî derbasbûna mehekê li ser binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan Mewlûdî” temen 32 salî kurê “Ehmed” û xelkê gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sinê” li derheq qedera navbirî ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd di girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Merîwan”ê de di bin lêpêçînê de ye û heta niha tenê carekê digel malbata xwe pêwendiya telefonî hebû ye.

Roja Çarşemî 29ê Pûşperê ew welatiyê Kurd, piştî zivirîn ji Herêma Kurdistanê li sînorê “Başmax”ya bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Subhan Mewlûdî” bo heyama 5 salan li bajarê “Hewlêr”ê di kargehek çêkirina şirîniyan de mijûlî kar kirinê bû ye.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.