“Subhan Mewlûdî” bi danîna barimteya 200 miliyon Tumenî hat azadkirin

13:01 - 25 Tebax 2022

Roja Çarşemî 2ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan Mewlûdî” temen 32 salî û kurê “Ehmed” xelkê “gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sinê” bi danîna barimteya 200 miliyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarê hat azadkirin.

Ew welatî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha wî bajarî hatiye azadkirin.

“Subhan Mewlûdî” roja Duşemî 31ê Gelawêjê, piştî dawî hatina heyama lêpêçîna wî ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Merîwan”ê bo girtîgeha bajarê “Sinê”hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirina xwe de, ji hevdîtin digel malbata xwe û mafê hebûna parêzer hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 29ê Pûşperê, ew welatiyê Kurd piştî zivirîn ji Herêma Kurdistanê li sînûrê “Başmax”yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Subhan Mewlûdî” bo heyama 5 salan li bajarê “Hewlêr”ê di kargehek çêkirina şirîniyan de mijûlî kar bûye.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.