Spaha Pasdaran li gundê “Sarûce” a Sayîn Qela bi batoman êrş kire ser werzêran

13:12 - 16 Îlon 2020

Çend roj beriya niha, kesek li endamê Spaha Pasdaran bi mebesta derxistina “Zêr” di nav zeviyên çandinî li gundê “Sarûce” ya ser bi bajarê Sayîn Qelayê, dest bi kolîna wê zeviyê kiribûn û eva jî bû sedema nerizayetiya xwedî zeviyan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew kesane hemû ser bi Spaha pasdaran bûn û dest bi kolîna zeviyên çandinî kirine, û tevî nerizayetya werzêran, endamên Spaha Pasdaran bi batoman êrîş kirine ser wan.

Herwisa wê çavkaniyê zêde jî kirye û gotye, egera hindê heye ku Spaha Pasdaran bi mebesta hebûna zêr li wî cihî, dest bi ser erdên werzêran de bigre.

Wê çavkaniyê eva jî got, ku di heman şevî demjimêr 12 şevê, çend hêlkopterek bi nizmî bi ser esmanê gundê Sarûcê de geriyne û enterneta wî gundî jî qut kirine.