Spaha Pasdaran êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê

17:39 - 3 Tebax 2020

Roja Duşemî 13`ê Gelawêjê, binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê rastî êrîşa balafirên bê pîlot yên Spaha Pasdaran hatin.

Di wê êrîşa mûşekî de binkeyekî Hêza Pêşmergê Kurdistanê rastî ziyaneke madî hat.

Malpera fermî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê derheqê de bilav kiriye, ku Pêşmergên Kurdistanê di silametiya tewav de ne û ti metirsiyekî canî li ser wan nebûye.

Berê jî roja Sêşemî 27`ê Cozerdan a îsal, topxaneya Spaha Pasdaran deverên çiyayî yên navbera sînorên Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê li “Alanê” ku binkeyên Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê li vir in, topbaran kir.

Di rêkevta 3`ê Pûşperê de, “Kawe Behramî” Berpirsê Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê li bersiva gefên “Mihemed Pakpûr”, Fermandeyê Hêzên Bejayî yên Spaha Pasdaran di hevpeyvînekê digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de ragihand: “Dê Hêza Pêşmergê Kurdistanê bersiva her cure êrîşên Spaha Pasdaran bide”.