Spaha Pasdaran bi alavên leşkerî sînorê Pîranşarê girtine

17:42 - 23 Îlon 2021

Piştî gef û topbarankirina deverên sînorî ên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, Spaha Pasdaran cebilxaneya giran, zêdetir bo wê devera sînorî şandine.

Roja Çarşemî 31ê Xermananê, Spaha Pasdaran bo alozkirina ewlehiyê û topbarankirina axa Herêma Kurdistanê, hejmarek ji cebilxaneya giran bo sînorên bajarê Pîranşarê şandine.

Ew çebilxaneya ji cora Katyûşa û topên dûrhawêj bûne.

Şandina çebilxaneya giran bo milîtarîzekirina zêdetir a axa Kurdistanê ye û rûniştiyên deverên sînorî li ser vê bawerê ne ku Spaha Pasdaran, amadebûna Partiyên Kurdî ên dijberê Hikûmeta Îranê, kiriye hêcet.

Piştî hatineserkar a hikûmeta Îranê heta niha, dîtingeha hikûmetê li derheq Kurdistatanê dîtingehekî ewlehî bûye.