“Şoreş Resûlzade” bi awayek mercdar ji girtîgeha bajarê Seqizê hate azadkirin

16:07 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 25`ê Sermawezê, girtiyek siyasî yê Kurd ê bi navê “Şoreş Resûlzade”, xelkê gundê “Siyader”e yê ser bi bajarê Seqizê, bi awayek mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî meha Xermanana sala 1399`an, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Seqizê hatibû binçavkirin û piştî çend roj ji binçavkirinê bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Ew welatiye di dawiyê de ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 9 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û meha Gelawêja îsal bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin.