Şoreş Ebdulahnijad bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:19 - 7 Kanûna pêşîn 2020

Roja Carşemî 12ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şoreş Ebdulahnijad” temen 37 salî û xelkê gundê “Gergola Xwarê” yê ser bi bajarê Pîçranşehrê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heya dawiya qonaxa dadresiyê ji girtîgehê hate azadkirin.

Ew welatiye êvareya roja Yekşemî 25ê Xezelwerê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû cezadan.