“Soran Şerîfî” bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastin

16:56 - 10 Şibat 2022

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Soran Şerîfî” xelkê bajarê Bokanê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îran”ê û “piropagende li dijî nizam”ê, ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî ya bajarê Bokanê ve, bi 7 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye jî roja Şemî 20`ê Xermananê bi awayek fermî bi wî welatiyê re hatibû ragihandin.

“Soran Şerîfî” xwediyê dermangeha “Hekîm” li bajarê Bokanê ye û dadgehê biriyara daxistina wê dermangehê bo heyama 2 salan dabû.

Roja Duşemî 3`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiye binçav kiribûn û navbirî meha Pûşpera îsal bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Bokanê, hatibû azadkirin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji “destpêragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin û herwisa hêzên ewlehî hin ji keresteyên kesî yên navbirî yên wek telefon, kampiyûtêr û pirtûkên wî digel xwe biribûn.