Şopandina hêzên Spaha Pasdaran, qurbanî lipey xwe anî

22:18 - 9 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Tirajêdiya kuştina kolberên Kurd bi gullereşandina hêzên leşkerî û berbûn li bilindahiyan dawî pê nayê, û her di vê pêwendiyê de, kolberekî Kurd bi sedema berbûn li bilindahiyê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Roja Çarşemî 18`ê Banemerê, komek kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûd, rastî gullereşandina rasteras ya hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatibû û di encamê de kolberekî Kurd canê xwe jidest da.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, nasnameya wî kolberê Kurd, “Hadî Mûsazade” temen 50 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê daye zanîn.

Yek ji wan kolberan ku di wê bûyerê de bûye, ji Nûçegihanê “Kurdpa”yê re ragihandiye, di nav hêzên Spaha Pasdaran de nêzîkê 12 kes xelkê xwecihî hebûne û rûyên xwe peçatibûn da ku em van nas nekin.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin, piştî Şopandina hêzên Spaha Pasdaran, ew kolberê Kurd bi neçarî û herwida bo xwe radestnekirina li hêzên leşkerî yên Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, xwe li bilindahiyên li ser sînorê bajarê Newsûdê ber dide û di encamê de canê xwe jidest dide.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 14`ê Banemera 1398`an, komek kolberên din yên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê, rastî bosya hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê hatine û di encam de kolberê Kurd yê xelkê gundê “Bêwen” a girêdaiy devera Kilaşa ser bi bajarê Ciwanroy yê bi navê “Sadiq Ezîzî” canê xwe jidest da.

Ew koma kolberan bi bê hişdariyên pêştir ji aliyê hêzên leşkerî, yên binkeya “Şoşimî” ya girêdaiy bajarê Newsûdê, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûn.