Şopa girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê dom dike

13:20 - 28 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê di mala xwe de hat binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja pêncşem berwar 25’ê Nîsana 2013’an welatiyk Merîwanî binavê “Baqî Cawîd”temen 31 sal û kurê Kerîm ji aliyê hêzên Îttlatî yên komara Îslamiya Îranê di mala xwe de hat girtin û jibo Îdareya Îttlata wî bajarî hat veguhastin.

Çavkaniyek nêz ji malbata vî bi nûçegihaniya kurdpa ragehand: Baqî Cawîd xelkê gundê “Çavlkana Hacî”a ser bi bajarê Merîwanê ye û akinciyê vî bajarî û karmendê Îdareya agir temirandinê ye.

çavkniyê basê vê yekê kir ku hêzên Îttlatî mala Baqî bi xurtî geriyane û hin alavên takekesî yên navbirî jî tevî xwe birine.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser sedema girtin û binçav kirina Baqî Cawîd li berdest de niye.