Şonasa Yekî Din Ji Girtiyên Bajarê Mehabadê Hat Zanîn

12:23 - 1 Kanûna Paşîn 2012

Kurdpa: Bi eşkerebûna navê yekî din ji girtiyên bajarê Mehabadê bi navê Nasir Bêhcetî, jimara welatiyên girtî yên ku şonasa wan eşkere bûye, gihîşte 16 kesan.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Mehbadê, Nasir Bêhcetî ligel 15 kes ji girtiyên din bi navên Osman Mewlanejad, Osman Qadirnejad, Nasir Terîqî, Çiya Mewla Nejad, Ebdulrehman Qadirzade, (Zaniyar) Mihemed Emîn Qadirzade, Simko Osmanî, Murad hesenzade, Hîwa Beyremî, Îsmaîl Hunerpûr, Elî Mewlanejad û Xosrew Zirê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine destbiserkirin.

Nûçegihanê me ragihand ku Ebdulrehman Qadirzade, Simko Osmanî, Murad hesen Zade û Nasir Bêhcetî niha li zîndana giştî ya Mehabadê de ne.

Di heyemê çend rojên derbazbûyî de pêlek berfireh ji destbiserkirina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê li bajarê Mehabadê de dest pê kiriye û eger heye jimar destbiserkiriyan 40 kes bin.