“So`ida Xedîrzade” dawî bi gireva dermanî û birçîbûna xwe anî

18:46 - 21 Gulan 2022

“So`ida Xedîrzade” jina ducanî a binçavkirî ya xelka bajarê Pîranşehrê, piştî 12 roj gireva dermanî û birçîbûnê, li ser soza berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê, dawî bi gireva xwe anî

Yek ji xizmên nêzîk ê wê welatiyê bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihand: “So`ida Xedîrzade” li ser soza berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê li derheq azadkirina demkî ya bi danîna barimteyê, dawî bi gireva xwe aniye.

Herwisa wê çavkaniyê basa vê jî kiriye: “Tîma pizîşkî ya wê jina ducan, tekezî li ser vê kiriye ku mana wê jinê di girtîgehê de pirsgirêkê bo wê dirust dike û rapora peywendîdar li vê derheqê bo pizîşkê yasayî şandiye”.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Li heyama heftiya derbasbûyî, ew jine di bin tedawiya pizîşkî de bûye û dema zarokbûna wê nêzîk e.

Roja Sêşemî 6`ê Banemerê “So`ida Xedîrzade” ya xelka bajarê Pîranşehrê ku ducanî ye û binçavkiriya benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê, dest avêtibû gireva derman û birçîbûnê.

Saziya Lêbûrîna Navnetewî bi berteknîşandanek li derheq rewşa tenduristiya “So`ida Xedîrzade” ragihand: “Binçavkirina “So`ida Xedîrzade”yê digel pîverên dadresiya dadwerane dijayetî heye û di dîdingeha yasayên navnetewî de, ew kare xweserane tê hesibandin.

Berê, ew welatiya di du nemeyan de, ji dadsitanê Pîranşehrê daxwaza azadkirina demkî bi danîna barimteyê kiribû, lê dadsitan û lêpirsê dosiyeya wê jinê digel wê daxwazê dijayetî kiribûn.

“So`ida Xedîrzade” di wê daxwazê de ragihandibû, ku niha li rewşek nebaş a girtîgehê de ye û bi sedema ducanbûn, givaşaxwînê, jana gurçîle û dîska piştê û nexweşiya hinavê, man di girtîgehê de jiyana wê xistiye metirsiyê.

Roja Duşemî 17`ê Xezelwera sala 1400`an a Rojî, “So`ida Xedîrzade” ji girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“So`ida Xedîrzade” di heyama binçavkirinê de ji “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpiraghîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

“So`ida” Xîzandar û xwediyê 2 zarokan e.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nine.