“Soheyla Hicab” li girtîgeha bajarê Kirmaşanê de tûşî vîrûsa Koronayê bûye

17:58 - 13 Şibat 2022

 “Soheyla Hicab” girtiya siyasî ya Kurd digel 13 girtiyên din, li benda jinan a girtîgeha bajarê Kirmaşanê, tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, beşa tendrustiya benda jinan a girtîgeha bajarê Kirmaşanê, bi sedema nebûna pizîşkên şareza hatiye daxistin û berpirsên girtîgehê tenê li hegerên lezgîn de, îzina veguhastina girtiyan bo nexweşxaneyê dide.

 “Soheyla Hicab” li  Cozerdana sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û rêkevta 24`ê Reşemeha hemen salê bi danîna barimteya 3 milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgehê hatibû azadkirin.

 “Soheyla Hicab” roja Çarşemî 28`ê Reşemeha sala 1398`an ji aliyê taya 28 a dadgeha şoreş ya bajarê Tehranê, bi serokayetiya dadwer “Mihemmed Muqîse” bi tohmetên wekî “piropagende li dijî nizamê, kombûn û tebanî,  têkdana bîr û ramanên giştî bi mebesta afirandina aloziyan, dirustkirina girûpên neyasayî li derheq mafê jinan û daxwazkirina referandomê û gorîna yasaya bingehîn”, bi giştî18 sal cezaya girtîgehê  bo hatibû birîn..

Ew girtiya siyasî roja Sêşemî 27`ê Cozerdana îsal, li benda dûrgirtî(qerentîne)ya girtîgeha Qereçek a bajarê Veramînê, li hember rewşa xwe ya xerab û herwisa givaşên li ser malbata wî, bi dest avêtin bi gireva birçîbûnê nerizayetiya xwe anî ziman.

Heyamek berya niha “Soheyla Hicab” ji girtîgeha Qereçek a bajarê Veramîn bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû dûrxistin û rêkevta 17`ê Befranbarê bo Navenda Perwerdehkirin û Sererastkirin a bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.