“Slêman Salik” hîn jî binçavkiri ye û qedera wî nexuya ye

18:09 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Ji qedera welatiyekî Kurd yê bi navê “Silêman Salik” temen 69 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê ku roja Sêşemî 7ê Pûşperê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zanyariyek serrast ji ber dest nîn e.

Pêka çavkaniyek agehdar ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê heta niha ti pêwendiyek telefonî bi malbata xwe ve negirtiye û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe jî hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, tev hewlên malbata “Silêman Salik” bo agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye û hêzên ewlehî ji dana her core zanyariyeke li deheq cihê man û rewşa wî xwe parastine.”

Di berdewamiyê de vê çavkaniyê gotiye ku, zelalnebûna qedera navbirî bûye cihê nîgeraniya malbata wî.

Roja Sêşemî 7ê Pûşperê, ew welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek serrast ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ji ber dest nîne.