“Siyaweş Heyatî” bi danîna berimteyê hate azadkirin

16:46 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Berdevkê Komcivîna Şêwirkar a Çalakvanên medenî a Yarisan, bi danîna barimteyê di girtîgeha Dîzlawa ya bajarê Kirmaşanê hate azadkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 25`ê Befranbarê, “Siyaweş Heyatî”, Berdevkê Komcivîna Şêwirkar a Çalakvanên medenî a Yarisan, û endamê şêvreya rêberî a bereya yekgirtî ya Kurd, di ber deriyê zanîngeha Razî ya bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Berdevkê Komcivîna Şêwirkar a Çalakvanên medenî a Yarisan, xwendekarê qonaxa karnasî ya bilind a rişteya zanistiya siyasî di zanîngeha Razî a bajarê Kirmanşanê ye.