“Siyaweş Heyatî” berdevkê koma Ravêja çalakvanên medenî yên Yarsan hat azadkirin

18:52 - 6 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 15`ê Cozerdanê, “Siyaweş Heyatî” berdevkê koma Ravêja çalakvanên medenî yê Yarsan, piştî çar demjimêr lêpirsîn ji Îtila`ata Hêza Întizamî hat azadkirin.

Berdevkê koma Ravêja çalakvanên medenî yên Yarsan, piştî bi dawîhatina rêûresma nehemîn salyada “Nîkmerd Tahirî” li bajarê Sehneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo îdareya Îtila`ata Hêza Întizamî hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 15`ê Cozerdanê, rêûresmek bona nehemîn salvegera xweşewitandina sê kesên nerazî yên peyrewa Ola Yarsan ên bi navên “Husên, Nîkmerd û Mihemed” li ser tirba Nîkmerd Tahirî li bajarê Sehneyê hatibû lidarxistin û “Siyaweş Heyatî” di wê rêûresmê de çend gotinek pêşkeşî komê kiribû.

Herwisa koma Ravêja çalakvanên medenî yên Yarsan di daxuyaniyekê de bo nehemîn salvegera xweşewitandina wan sê peyrewên Ola Yarsan, pêdegirî li ser mafê mirovî û medenî yên Yarsanan kiribûn.