Siyaweş Cewan bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin
17:14 - 5 Kanûna Paşîn 2021
Îro Sêşemî 16ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Siyaweş (Firat) Cewan” bi danîna barimteya 500 milyon Tumen, bi awayekî demkî heya dawiya qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Ew welatiyê xelkê bajarê Urmiyê roja Sêşemî 8ê Rezberê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata wî bajarî hatibû veguhastin.
Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û roja Duşemî 28ê Rezberê ji benda ravêjê bo benda girtiyên siyasî ya wê girtîgehê hate veguhastin.
Tohmeta ku bi ser wî welatiyê hatiye sepandin “endamê girûpên olî” hatiye ragihandin.