Siyamend Kirametî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hat azadkirin

18:21 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 29ê Pûşperê, “Siyamend Kiramet” (Alanî) welatiyê Kurd yê xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 22ê Pûşperê “Siyamend Kiramet” (Alanî) bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve ji nexweşxaneya bajarê “Şino”yê hatibû binçavkirin û bi lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

 “Siyamend Keramet” Berpirsê Navenda Tendûristiya bajarê “Nelos”ê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.