“Siyamek Edwayî” bi danîna barimteyê li girtîgehê hate serbestkirin

12:09 - 19 Adar 2021

Roja Çarşemî 17ê Adarê welatiyekî Kurd bi navê “Siyamek Edwayî” xelkê gundê “Silên” ser bi bajarê Sewlawa bi danîna barimteyê bi awayekî demkî li girtîgeha bajarê Merîwanê hate serbestkirin.

Sûçê ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeya Îranê” hatiye ragihandin û navbirî di dema binçavkirina xwe de li destpêragihiştin bi parêzer hatibû bêpar kirin.

Roja Sêşemî 23ê Befranba 1399an, “Siyamek Edwayî” bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên leşkerî we hatibû binçavkirin.